Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên çekdar êrîş kirine ser Pasgaha Mortan li devera Raskê li Belûçistanê

09:49 - 12 Çirriya pêşîn 2026

Li gorî nûçeya Halweşê, îro, Duşemî, 20ê Rezbera 1405an, çend kesên çekdar êrîşî kirine ser Pasgaha Mortan, Ev pasgah li beşa Pardû ya ser bi devera Raskê hilkeftiye. Çavkaniyên herêmî bas jî pevçûneke giran di navbera kesên çekdar û hêzên ku di nava pasgahê de bûne qewimiye.

Li gorî zaniyariyên destpêkî yên ji çavkaniyên herêmî hatinî belavkirin, pevçûn serê sipêdeya îro Duşemî dest pê kiriye. Heta dema amadekirina vê nûçeyê hûrguliyên zêdetir derheq êrîşê, rewşa hêzên ku di nava pasgahê de bûn û rêjeya ziyanan ji ber best de nîne

Di rojên dawî de, çend şer û pevçûnên çekdarî li deverên cuda yên parêzgeha Sîstan û  Belûçistanê, ji nav wan Zahidan, Serawan û Îranşehrê, hatine belavkirin. bûyera herî dawî, roja Înê, 17ê Rezbera 1405an li Çeşme Ziyaret a Zahidanê de qewimî, û Eniya Şoreşgêrên Xelkê Belûçistanê berpirsiyariya vê êrîşê girte sitûyê xwe.

Ev êrîşên çekdarî zêdetir bersiv û berteka şoreşvanên Belûçe li hember cinayetên rêjîmê.