Roja Înê 17ê Rezbera 1405an, Şandeke Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê beşdarî li panêlek siyasî bi navnîşana (Kurdistan li guhertinê) de kir.
Ev panêl ji aliyê civatgeha Kurdî li Alman, hatibû rêkxistin.
Şikurya Biradost, Lêkolîner û şarezaya siyaset û ewlehiya Kurdî û Îranî, ligel Pirofîsor Dr. Yan Îlhan Qizîlxan beşdar û mêhvanên sereke yên vê panêlê bûn.
Li beşa yekem a panêlê de,behis li rewşa siyasî a Kurdistanê û deverê, guhertinên niha, girîngtirîn rûdawên siyasî û asoyên pêşeroja civatgeha Kurdî hate kirin.
Herwisa rola hêzên siyasî û bandora guhertinên deverê û navdewletiyan li ser rewşa Kurdistanê bûne mijara giftûgoyan.
Li beşek din a panêlê de, Şûkirya Biradost îşare bi vê kir ku gelê Kurd li xebata xwe de, hewcehî bi her du rehendên siyasî û nizamî heye, herduk rehend li çarçêweya xebata Kurd de girîng in.
Herwisa, Pirofîsor Dr. Yan Îlhan Qizîlxan bi çavek rexnegirane behis li piroseya aştiyê li Tirkiyê kir û aliyên erênî û nerêniyên wê pirosê xiste ber bas.
Piştre, beşdarbûyan pirs û têbîniyên xwe li derheq mijarên panêlê xistine berbas û mêhvanan jî bersiva wan pirsan dan, ew beş derfetek bo gotûbêj û alûgorên bîrû hizran li ser rewşa siyasî a Kurdistanê, piroseya aştiyê li Tirkiyê û asoyên pêşeroja gelê Kurd rexsand.