Serokwezîrê Îsraîl, Binyamîn Netanyahû, roja 19ê Rezberê, civîneke bi berpirsên payebilind yên ewlehiyê li dar xist. Mijara Îranê û îhtîmala çalakiya leşkerî ya Amerîkayê li dijî Tehranê di rojeva vê civînê de bû.
Li gorî televîzyona 13 ya Îsraîlê, ev civîn piştî daxuyaniyên Donald Tiramp, Serokê Amerîkayê, derheq îhtîmala êrîşeke leşkerî li dijî Îranê de pêk hat.
Li gorî nirxandina berpirsên Îsraîlî, di rewşa êrîşa Amerîkayê li dijî Îranê de, dibe ku Tehran di bersivê de êrîşên mûşekî li dijî Îsraîlê encam bide. Ji ber vê yekê, artêşa Îsraîlê xwe ji bo sê sênaryoyan amade dike: êrîşeke serbixwe li dijî Îranê, operasyoneke hevbeş digel Amerîkayê û bersivdana êrîşên mûşekî yên îhtimalî yên Komara Îslamî.
Efserekî payebilind yê artêşa Îsraîlê, bi îşaretekirin bi asta bilind a amadekariya leşkerî ya Îsraîlê, got ku artêş di rewşa amadebûnê de ye û xwe ji bo îhtîmala şaştiyên rejîma Îranê amade kiriye.
Ev gohartinane di rewşeke de pêk tên ku îhtîmala çalakiya leşkerî ya Amerîkayê li dijî Komara Îslamî û bersiva Tehranê, nîgeranî derheq berfirehbûna pevçûnê li herêmê zêde kiriye.