Demjimêr 12 û 5 xulekên nîveroya îro Duşemî 20ê Rezbera 1405an, careke din kempa Azadî a Hizba Dêmokrat a kurdistana Îranê bû armanca êrîşa dironî.
Kempa Azadî li nêzî bajarê Koyê a Herêma Kurdistanê hilkeftiye û cihê akincîbûna malbatên hizba Dêmokrat bû.
Li heyama du heftiyên derbasbûyî de eva sêyemîn êrîşa dironiye bo ser kempa Azadî.
Her di vê derheqê de, şeva Pêncşemî 6ê Rezbera Îsal Sazmana Xebat a Kurdstana Îranê bû amanca êrîşa bi dironan.
Li destpêka şerê wê dawiyê a Amerîka û Îsraîl û rêjîma Îranê, heya niha bi zêdetir li 165 mûşek û dironan, binke û baregehên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê hatine biamanc girtin.