Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gefên rêjîmê yên bi nave Mucteba, li demekê de ku jêrve Lahiya lihevkirinê dike

10:13 - 1 Çirriya paşîn 2026

Piştî zêdebûna aloziyan û gefên navbera Amerîka, Îsraîl û rêjîma Îranê, nûçeyên civîna Mojtaba Xameneyî bi fermandarên leşkerî re bûn rojeva sereke.

Li gorî nûçeyên medyaya Îranê, goya serokê erkana giştî ya hêzên çekdar Ebdulahî, fermandarê giştî ê artêşê Hatamî û fermandarê giştî ê Spaha Pasdaran Vahîdî, bi Mojtaba Xameneyî re civiyan.

Gorî îdiayên media û desthilatdarên rêjîmê, Mojtaba Xameneyî di vê civînê de daxwaz kiriye ku bersiveke lezgîn, bandordar û "bê berçavgirtina sînorên erdnîgarî" bo her cure gefan bê amadekirin.

Wî tekez kir ku amadekiya şerî ya îrane ji bo rawestandina gefan û parastina welat pêwîstiyeke bingehîn e.

Ev yek di demekê de ye ku piştî kuştina Elî Xameneyî, rewşa hebûn û cîhê Mojtaba Xameneyî di nav raya giştî de cihê şik û gumanê ye û heta niha jî ne bi deng û ne bi reng, heta li dema merasima gerandin û veşartina laşê Xamineyî yê babe xwe û dayîk û xûşk û endamên dine ye malbata xwe de jî xuya nebûye.

Rêjîma Îranê ku niha bi ziman Mucteba ve gefan dike, desthilatdarên Amerîka aşkera kirine ku rêjîma Îranê serve gefan dike bo xapandina raya giştî, lê li jêr ve jî berdewam qasid û destikan û nameyan bo Amerîka dişînin ku, êrîşê nekne ser vê rêjîmê û dorpêç û givaşan kêm bikin.

Donald Tiramp li hember wan gefên rêjîmê bi ziman Muctebayê winda deragihand: ev peyam "dengê bêhêvîtiyê ye ku cilên desthilatdariyê li xwe kirine." Tiramp diyar kir ku hêza leşkerî ya Îranê di nav van heşt mehan de gelekî lawaz bûye; hêza behrê hatiye têkbirin, binesaziya wê ya etomî ji holê rabûye û Hizbullah jî lawaz bûye, lewra ev gef û guran zêdetir ninin û rêberên rêjîmê keftine lahiyan bo lihevkirin û teslîmbûnê, lê em lez nînin.