Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Eşkerebûna tora nihênî a rejîmê bo derbasbûn li givaşên deryayî

09:31 - 2 Çirriya paşîn 2026

Li encama bidudeçonek berfire a nûçegihaniya Roytêrzê torek nihênî a mezin ku li zêdetir li 5 hizar organ û kompaniyayên serbazî ser bi wezareta berevaniya rejîma Îranê pêkhatiye eşkere bû.

Ew tora nexûya, tevî givaşên deryayî ên Amerîka, şiyaye bi Milyardan dolar alavên serbazî û alavên xam bo çêkirina mûşek û dironan bo navxweyê Îranê bişîne.

Li gorî wê raporta lêkolînê ku li ser bingeha hizaran belgenamên bankî, gumrikî û belgenamên tomarî ên amade kirî, Komara Îslamî li destpêka sala 2025an li rêya torên serbazî û kompanyayên sexte, aliyê kêm 3.2 Milyard Dolar alavên serbazî, teqemenî, şewata req û mûşek û barhilgirên giran bo şandina sekoyên mûşekî hawirde kiriye.

Piraniya wan baran li welatê Çîn, Rûsiye û beşek li welatên Ewropa ve hatine barkirin û li rêya deryaya Xezer, rêyên bejayî û geştên esmanî ve hatine veguhastin.

Li beşek din a wê raportê de hatiye ku peywendiya wê tora nihênî ligel fermandên spaha terorîst a pasdaran û navendên serkutê hebûye, ji wan Hesen Şahwarpûr Fermandê spahê li Xuzistanê ku ji aliyê Amerîka ve bi sedema beşdariya rastewxwe li komkujiya welatiyan li xwepîşandana Xezelwera 1398an û Befranbara 1404an xistibûne nava lîstê sizayan de.

Ew lêkolîn herwisa eşkere dike ku hawirdekirina sedan ton maddeyên şîmyayî ên şewata mûşekan bo bendera Recayî ji aliyê yek li navendên wê tora wezareta berevanî, sedema sereke a teqîna mezin a bihara sala 1404an li vê benderê de bûye.