Piştî evê ku ji aliyê çencd part û aliyên siyasî li Bakurê Kurdistanê Hevbendiyek hat avakirin û ragihandin, Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê di peyamekê de ev pêngava netewî pîroz kir û piştevaniya xwe bo Hevbendiyê ragihand
Deqa peyama Hizba Dêmokrat bo Hevbendiyê wiha ye:
Birêz Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (Hevbendî)
Bi silav û rêzên biratiyê
Encamên Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê di 14'ê Adara 2026'an li Amedê ku Konferansa 7'ê Mijdara 2026'an bi pey re hat, pêvajo gihand asteke nû.
Pêvajoya han ku bi beşdariya zaf kesayetî û nûnerên part û rêxistinên siyasî û bi sirûda
neteweyî ya “Ey Reqîb” û rêzgirtina ji canê pak yê şehîdên Kurd û Kurdistanê birêve çû, bi
serkevtin ve giha armanca xwe, û Hevbendiya Neteweyî hat ragihandin.
Em bi navê Mustefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û rêberiya Hizba xwe, tevî bilind nirxandina vê gava neteweyî û nasnameparêz, pîrozbahiyê ji hemû partî û rêxistinên siyasî yên beşdar di vê Hevbendiyê de û herweha ji hemû xebatkarên riya azadî û berevankarên mafên rewa yên gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê dikin.
Em hêvîdar in ku pêvajoya han di bidestxistina armancên siyasî û neteweyî yên gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê de gavên bi bandor û diyarker bi dû xwe re bîne.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê hertim di vê baweriyê de ye ku tevgera Kurdistanê tenê wê demê dikare bigihîje armancên xwe ku hemû partî û hêzên siyasî bi yekîtî, hevahengî û gotarek hevpar ve, berevaniyê ji van armancên rewa û neteweyî bikin.
Em hêvîdar in ku tekoşîna we hêjayan, misogerbûna van armancan li pey bê.
Pîroz be yekîtî û hevxebatiya we
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê
Nawenda Pêwendiyan
11/Çirrya Paşîn a/2026'an