Marko Robiyo, Wezîrê Derve yê Amerîkayê tevî îşarekirin bi bandor û karlêkeriya dorpçên bo ser rêjîma Îranê û zêdebûna roj bi roj a wan dorpêçan ragihand ku bandor û karlêkeriya wan dorpêçan bi qasekî zêde bûye ku hewceyî bi êrîşa berfireh bo ser rêjîma Îranê nîne.
Herwisa navbirî ragihand ku sekinandina demkî ya êrîşkirin bo ser rêjîma Îranê bi wateya binbest an parastina rewşa heyî nîne.
Marko Robiyê tekez kir Amerîka her amadeyê bidestveanîna lihevkirinek rastîn e, lê mercên ku rêjîma Îranê berdewam datîne, betal û dûr ji aqil in”.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Huşdarî da rêjîma Îranê ku hekî ji hêlên sor derbas bibin, Artêşa Amerîka amadeyê bersivdanê ye û vê carê dê nirxeke gelek giran bide.