Li gorî raporta nûçegihaniya Bilombêrgê, ku bi piştgirêdan bi berhevdanên nûçegihanî yên rojavayî hatiye amadekirin, tevî têkçûna beşeke berçav li jêrxanên serbazî û etomiya Îranê li pêvajoya êrîşên esmanî ên Amerîka û Îsraîlê de, rejîma Komara Îslamî heya niha xwediyê aliyê kêm hizar û 700 mûşekên balîstîke û li rewşa niha de jî şiyaye rêjeya berhemanînê bigehîne nêzî 50 Mûşekan li mehekê de.
Bilombêrgê herwisa ragehandiye ku ew rêjeye heya niha nêzî nîveya şiyana berhemanîna Îranê ye li qonaxa berî şer de, lê heya asteke berçav şiyana bersivdan û destpêkirina êrîşên bo ser Tehranê parastiye.
Ew zanyariyane di demekê de belav dibin ku Pît Hêgist, Wezîrê şer ê Amerîka tekezî li serkeftina operasyonên serbazî kiriye û ragehandiye ku pitir ji %80 a jêrxanên pîşesazî ên etomî yên Tehranê hatine têkşikandin, lê şarezayên serbazî îşare bi vê dikin ku hilgirtina parçe û alavên yedek li kogayên binerdî, rê daye rejîmê ku dirêjiyê bide montajkirina mûşekên şewata şil û req.