Beşek ji xwendekarên zanîngeha Kurdistan li bajarê Sinê, bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember rewşa xirab a xizmetguzariyên xweşbijîviyê û herwisa paşhatên siyasetên deverî yên rêjîmê bo ser jiyana giştî ya xelkê, kombûneke nerizayetiyê lidar xistin û herwisa man girtin.
Roja Sêşemî 10ê Çiriya Paşîn, xwendekarên zanîngeha Kurdistan li derheq xirabûna xwarinên li sêlf servîsa vê zanîngehê, birêveberiya şaş a rewşa xweşbijîvî û guhnedana berpirsên zanîngehê, ji amadebûn bo ser kilasa xwendinê xwe parastin û li hewşa vê zanîngehê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Wan xwendekarên nerazî dirûşmên wek “xwarina bê beranber û bi kalîte mafê xwendekaran e, ne şer ne tepeserî bijî zanîngeh, ne bi kertîkirina taybet” dan.
Wan xwendekarên nerazî tekez kirine ku rêjîma Îranê xercê pêwndîdar bi paşhatên deverî û şer, bi rasterast ji sifreya xelkê û xizmetguzariyên xwebijîviya xwendekaran, mamostayan, kedkaran, karmendan û qatên din ên civakê dabîn dike.