Hejar Brencî, Nûnerê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li Amerîkayê, roja Sêşemî, 10ê Çirrya Paşîn a 2026an, li Waşingtonê bi Elîsiya Muralês, Alîkara Yasadananê ya nivîsîngeha Sênator Mark Kelly, re civîya.
Di vê hevdîtinê de, her du alî li ser dawî pêşhatên siyasî yên Amerîka, Îran û Rojhilata Navîn nêrînên xwe bas kirin. Herwisa, li ser dewra nû ya Kongreya Amerîkayê piştî helbijardinên Amerîka yê, guhertinên siyasî û ewlehiyê yên deverê û senaryoyên pêşeroja Îranê di mehên bê de nîqaş kirin.
Di beşeke din a vê hevdîtinê de, nûnerê Hizba Dêmokrat zaniyariyên nû derheq rewşa mafên mirovan li Kurdistana Îranê pêşkêş kir û bal kişand ser zêdebûna givaşên Komara Îslamî li dijî çalakvanên mafên mirovan, çalakvanên sivîl û siyasî yên Kurd.
Herwisa, rewşa ewlehî û mirovî ya malbatên Kurd yên Rojhilatê Kurdistanê ku li Herêma Kurdistanê dijîn, yek ji mijarên din yên vê dîdarê bû.
Hejar Brencî di vê hevdîtinê de tekezî li ser girîngiya domandina pêwendiyên bi biryarderên Amerîkayê re kir, da ku rewşa Kurdistana Îranê, mafên bingehîn yên Kurdan û daxwazên wan yên siyasî di çarçoveya gotûbêjên ku li derheq pêşeroja Îranê û aramiya herêmê de cihê xwe hebin.