“Casim Mihemed El-Bedîwî”, Serokê Giştî yê Şêwreya Hevkarî ya Kendavê êrîşên rêjîma Îranê û Hûsiyên ser bi vê rêjîmê bo ser welatên deverê şermezar kir û daxwaza bihêztirkirina hevkarî ya berevanîkirina welatên deverê û azadiya dubare ya gemîraniyê li tengava Hormoz û Babulmendeb de kir.
Navbirî li 22emîn civîna vê Şêwrayê li “gotûbêjên Menamê” de li Behrêynê, êrîşên rêjîma Îranê bo ser damezraweyên medenî û jêrxanên hestiyar ên welatên deverê û êrîşên Hûsiyên Yemenê bo ser Erebistanê bi taybet êrîşkirina wan milîsan bo ser bajarên pîroz ên Meke û Medînê bi tundî şermezar kir.
Herwisa “Casim Mihemed El-Bedîwî” êrîşkirina Hûsiyan bo ser wan 2 bajarên pîroz ên Îslamê bi “binpêkirina hurmeta cihên pîroz” binav kiriye û daxwaza bihêzkirina yekparçeyiya serbazî ya endamên vê şêwrayê, geşedan bi sîstemên berevanîkirina esmanî û radarên huşdarîdana mûşekên balistîkî û neçarkirina bikerên wan êrîşan kiriye.