Dr. Zeyneb Silêmanî, pizîşka xelkê bajarê Îsfehanê ji destpêka demsala Bihara îsal ve ji aliyê rêjîmê ve hatiye binçavkirin û sedema binçavkirina vê pizîşka zarokan, dermankirina birînên xwenîşanderên nerazî bûye.
Dr. Zeyneb Silêmanî piraniya heyama binçavkirina vê, li odeyên takekesî de bûye û li vî heyamî de 3 caran bo nexweşxaneya hundirî hatiye veguhastin.
Vê pizîşka xelkê bajarê Îsfehanê li nerizayetiyên heyva Befranbara 1405 a Rojî de alîkariya pizîşkî bi neraziyên birîndar dabû û saçme û gulle ji bedena wan derxistibûn û bi vê sedemê jî hatiye binçavkirin.
Rewşa tendirustiya hundirî ya vê pizîşkê li girtîgehê de têk çoye, egera vê heye rêjîmê ev dermanxwarî kiribe, navbirî berî binçavkirinê ti nexweşî an pirsgirêkek hundirî nebûye.