Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê MI 6 bi dijberê xwe nas kir

12:25 - 2 Çirriya paşîn 2026

Wezareta derve ya rêjîma Îranê bi belavkirina daxuyaniyekê ragihand ku pêka biryara şêwreya ewlehiya rêjîmê li berteka helwîstên Birîtaniyayê, ku spaha pasdaran li lîstê rêkxiravên terorîstî de tomar kiribû, rêjîma Îranê jî dezgeha Ewlehiya Derve ya Birîtaniyayê a naskirî bi “MI 6” li lîstê girûpên dijberî rêjîma Îranê de tomar kirine.

Wezarat derve ya rêjîmê ragihandiye ku Hêza Deryayî û Esmanî ya Birîtaniyayê jî li vê çarçoveyê de li lîstê rêkxiravên terorîstî de tomar kiriye.

Paşmaweyê rêjîmê ev biryara xwe bi hevkariya serbaziya Birîtaniyayê digel Amerîka û Îsraîlê li şer ve girê dane.

Li daxuyaniya wezareta derve ya rêjîmê de hatiye ku biryara xwe li çarçoveya xala “berteknîşandana li hember” û bi armanca “parastina ewlehî û berjewendiyên netewî” dane.