Li 2 rojên derbasbûyî de li çendîn bajaran de xelkê li rêzeyên dirêj li wêzgehên dabeşkirina bênzînê de nerizayetiya xwe li hember nirxa 140 hezar Tumenî ya bênzîna baş û herwisa destnekevtina bênzîna asayî li wan pompên bênzînan de nerizayteiya xwe dane xuya.
Li berdewamiya wan nerizayetiyan de li bajarê Erdebêlê de ajotvanên taksiyan nerizayetiya xwe dane xuya û maşînên xwe sekinandin û man girtin.
Herwisa pêka girtevîdyoyên belavbûyî, nerzayetiya xelkê li nirxa 140 hezar Tumenî ya bênzînê û desnekevtina vê li parzêgehên başûrî yên Îranê de berfirehtir bûye.
Li bajarê Kazirûnê de jî rêzeyên gelek dirêj bo vergirtina bênzênê hatine dîtin û destnekevtina bênzînê nerizayetiya xelkê li pey xwe aniye.
Ji aliyê din ve li bajarê Burûcêrdê de xelkê bo nîşandana nerizaytiya xwe li hember nexuyabûna qedera erdên ku bi wan hatiye dan, li ber deriyê mala nûnera meclîsa rêjîmê ya bi navê Fatime Meqsûdî kom bûn û bo nîşandana nerizayetiya xwe, deriyê mala vê herî kirin.