Binyamîn Netanyaho, Serokwezîrê Îsraîlê tevî huşdarîdan li derheq hewlên rêjîma Îranê bo zindîkirina dubare ya bernameya xwe ya navkî tekez kir ku Îsraîl bo rêgirîkirin ji destpêregihîştina rêjîmê bi çeka navkî, hemû hewlên hewce bide û vê gefê bi yekcarî bo hertim ji anv bibe”.
Serokwezîrê Îsraîl tevî îşarekirin bi kuştina neraziyan ji aliyê rêjîma hov a Îranê ve ragihand: “ev rêjîma cinayetkar ku bêrehmane hezaran kes ji xelkê Îranê kuştine, li bikaranîna çeka navkî bi ser xelkê Îsraîlê de xwe naparêze”.
Binyamîn Netanyaho ragihand ku li egera destpêkirina dubare ya meyandina Oraniyomê û geşedana lezgîn bo berhemanîna çeka navkî, dikare hebûna Îsraîlê bêxe metirsiyê.
Navbirî li derheq hevdîtina xwe digel “Gadî Ayzinkut”, rikeberê siyasiyê vî ku erkdarê avakirina kabîneya nû ye gotiye: ku li vê hevdîtinê de tekezî li ser hewcehiya zêdetir ji berê bo avakirina dewleta giştî bo raswestan li hember çalişên ewlehî kiriye û bo wî daye selimandin.