Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîm dixwaze bi hesta zarok û qutabiyan bilîze

13:05 - 15 Çirriya paşîn 2026

Li Çabeharê merasîma binaxkirina termê yek ji hêzên çekdare rêjîmê li nava dibistanekê hate lidarxistin û hêzên ewlehî gef ji mamostayên nerazî xwarin.

Li gorî raporan roja Şemiyê 23ê Xezelwera 1405an, hewşa Dibistana destpêkî ya Ferhengiyan a li bajarê Çabeharê bû cihê merasîma binaxkirina endamekî hêzên leşkerî. Ev bûyer bûye sedema nerazîbûna tund a malbatên zarokên qutabî û mamosteyan.

Li gorî zanyariyên ku di raporê de hatine belavkirin, berpirsên dibistanê û Rêveberiya Perwerdehiyê ya Çabeharê destûra lidarxistina vê merasîmê li navenda perwerdehiyê dane.

Dayîk û bavên zarokên li wê dibistanê diyar kirine ku dîtina merasîmên leşkerî û cenazeyan li cihekî ku divê ji bo xwendin û aramiyê be, bûye sedema tirs û şokeke derûnî li cem zarokên temenbiçûk û wan pirsî ka çima divê zarok di nav rewşekî wiha ya giran û leşkerî de bin.

Ji aliyekî din ve, rapor amaje bi wê yekê dike ku mamosteyên vê dibistanê jî rastî zextên ewlehiyê hatine. Hat ragihandin ku rêveberiya dibistanê û beşa ewlehiyê (Hîraset) ji mamosteyan xwestine ku beşdarî civîn û merasîmên şevane bibin û gef li wan xwarine ku di egera neçûnê de, dê ji bo wan dosyeyên ewlehiyê werin vekirin.

Çavkaniyên xwecihî tekez dikin ku veguherandina dibistanan bo qadên leşkerî û sepandina zextan li ser mamosteyan, binpêkirina ewlehiya derûnî ya xwendekaran û serxwebûna pîşeyî ya kadroyên perwerdehiyê ye.