Kak Mistefa Hicrî, Sikirtêrê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bi belavkirina peyamekê, sersaxî li malbatên qurbaniyên bûyera wergeriyana otobûseke hilgirê karker û karmendên petropalavtinê li bajarê Avdananê kir.
Deqa peyamê bi vî rengî ye:
Mixabin êvara roja şemiyê 23yê Xezelwera 1405an, wergeriyana otobûseke hilgirê karker û karmendên petropalayişê li bajarê Avdananê, bû sedema canjidestdana herî kêm 12 kesan û birîndarbûna zêdetirî 15 kesên din.
Nûçeya canjidestdana van welatiyan ku li gorî zanyariyan xelkê Avdanan û Mûrmûrî yê li parêzgeha Îlamê ne, em ji kûrahiya dil ve dilgiran û xembar kirin.
Vê bûyera tehl pêlek ji xem û kovaniyê xiste nav dilê welatiyên me û bi vê boneya cihê xembariyê ve, ez sersaxiyê li malbatên qurbaniyên vê bûyerê û herwisa tevahiya xelkê Kurdistanê û bi taybetî hevniştimaniyên me yên li parêzgeha Îlamê dikim û hêviya min aramî û sebra wan e.
Herwisa hêviya tenduristiyê ji bo birîndarên bûyerê dixwazim.
Mistefa Hicrî
Sikirtrê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê
24ê Xezelwera 1405an