Fermandehiya Giştî ya Hêzên Berevanî ya Behrêynê bi belavkirina daxuyaniyekê da zanîn ku rêjîma Îranê li kiryarên xwe yên dujminkarane û rêkxistinkirî bi rêya desdirêjiya tawankarane bi dijî Behrêynê, didomîne.
Roja Yekşemî 15ê Çiriya Paşîn de sîstema berevaniya esmanî ya Behrêynê, çendîn mûşekên paşmaweyên rêjîma Îranê li esmanê vî welatî de teqandin.
Herwisa li vê daxuyaniyê de hatiye ku tevaviya cebilxane û yekeyên berevaniyê bo parastina Behrêynê li asta herî bilind a amadebaşiyê de ne.
Wezareta Beravanî ya Behrêynê li vê daxuyaniyê de berdewamiya kiryarên hovane yên rêjîmê bo ser axa Behrêynê bi tundî şermezar kir û paşmaweyên rêjîma Îranê bi berpirsyarê paşhatên wan kiryarên hovane binav kir.