Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokwezîrê Îraqê 9 berpirsên ewlehî li dosyeya qaçaxçîtiya neftê de ji kar derxistin

14:04 - 15 Çirriya paşîn 2026

Elî El-Zeydî, Serokwezîrê Îraqê piştî piştrastbûn ji qaçaxîbirina neftê li devera Cerif Sexerê, fermana jikarderxistina 9 perpirsên ewlehî û birêveberiya parêzgeha Babilê û nasandina wan daye bi dezgeha dad.

Ragihandinên Îraqê li roja Şemî 14ê Çiriya Paşîn de bi belav kirine ku ev biryara Serokwezîrê Îraqê biştî encama lêkolînên Komîteya Bilind a lêkolîn li mijara bi qaçaxîfirotina neftê li Cerif Sexerê hatiye dan, ev dever li jêr kontrola ketayîbê Hizbullahê de ye ku yek ji milîsên ser bi rêjîma Îranê li Îraqê de ye.

Rapora Komîteya Lîkolînan, zanyariyên pêwendîdar bi qaçaxîfirotina neftê, kiryarên palavtingehên neyasayî û destêverdan li datayên vê dosyê piştrast kiriye. lêkolînên 5 saleya Wezareta Navxwe ya Îraqê jî dide xuya ku neft bi qaçaxî bi kamiyonan li rêyên bejayî hatiye veguhastin ku bo perdepoşkirina kiryarên xwe tiştên asinî bi kar anîne.

Li nav wan berpirsên gendelkar de serokê polîsê Babilê, fermandeyê heşda şeibî ya parzêgeha Babilê û berpirsên zanyarî, ewlehî û neftî, têne dîtin ku bi fermana Serokwezîrê Îraqê bi dezgeha dad a Îraqê hatine nasandin.