Pêka îdiaya cihê şik û guman a artêşa rêjîma Îranê, li piştînîvroya roja Şemî 14ê Çiriya Paşîn de agirpêketinek li gemiyeke ticarî de li rojhilatê tengava Hormozê de qewimye û herwisa spaha pasdaran a terorîst jî îdia kiriye 3 neftkêşên din jî li tengava Hormozê de bi mînên deryayî kevtine.
Li halekê de Artêşa Amerîkayê ragihandiye ku rêya hatinûçona gemiyan ji mînan paqij kiriye, hêzên rêjêmê îdia dikin ku ev gemî bi sedema lêketin bî mînan agir pêketine an teqîn qewimiye.
Hêzên rêjîmê hewlê didin her gemiyekê ku bacê nede wan, bi rêya diron an mûşekan bikin armanc û heta niha hêzên Amerîkayê piraniya wan êrîşan pûç kirine.
Hêzên rêjîmê li daxuyaniyên xwe de ti îşareyek bi navê gemiyan, alaya li ser wan û egera pêketina xisaran belav nekirine û îdiayên wan hêzên rêjîmê jî cihê şik û gumanê ne û nehatine piştrastkirin.