Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Egera vê heye Îsraîl operasiyoneke hevşêweyê pêycêrên Hizbulahê, li Îranê de bike

13:41 - 2 Çirriya paşîn 2026

“Odêd Îlam”, cihgirê berê yê Mûsad li Karûbarê Oprasiyonên Cîhanî, eşkere kiriye ku egera vê heye ku Îsraîl bernameyeke hevşêweyê operasiyona pêycêran bi awayekî xafilker bi armanca jinavbirina fermandeyên serbazî yên rêjîma Îranê bi rê ve bibe.

Navbirî li hevpeyvîn digel rojnameya “New York Post”ê de got ku bixafilîgirtin û operasiyonên çavrênekirî, binyata stratejiya Îsraîlê ye û tekez kir ku Îsraîl xwediyê şiyan û zanyariyên serbazî yên nihênî ye ku dikare li qonaxên bê de wan bi kar bîne.

“Odêd Îlam” tekez kir ku serkomarê rêjîmê, wezîrê derve û serokê meclîsa rêjîmê û rêberê nexuya yê rêjîmê biryarderên bingehîn nînin û hêz û biryar li destê fermandeyên serbazî yên “spaha pasdaran a terorîst” de ye û pêka gotina vî, pasdarên terorîst ên rêjîmê yên wek Ehmed Wehîdî fermandeyê spaha pasdaran a terorîst, Husên Taîb fermandeyê besîcan, Elî Ebdullahî serokê stada hêzên çekdar a rêjîmê û Muhsin Rizayî serokê şêwraya ewlehiya rêjîmê, bi navenda biryardana rêjîmê binav kiriye.