Ajansa Ewlehiya Hewayî ya Yekîtiya Ewropayê îro Duşemê, 25’ê Xezelwera 1405’an, ji ber berdewamiya metirsiyên şerê di navbera Amerîka û Îsraîlê bi Komara Îslamî ya Îranê re, hişyariya xwe ya derbarê geştên esmanî yên li ser Îran û çend welatên Rojhilata Navîn heta 31’ê Çileya 2027’an dirêj kir.
Li gorî daxuyaniya vê ajansê, metirsiyên ewlehiyê ji bo geştên sivîl di qada hewayî ya Îran, Erebistana Siûdî, Ordon, Lubnan, Iraq û beşek ji herêma Kendavê de hîn jî berdewam dikin. Ajansayê Ewlehiya Hewayî ya Yekîtiya Ewropayê di hişyariya xwe ya nû de amaje bi hewlên Îranê yên ji bo kontrolkirina Tengava Hormozê, êrîşên li ser keştiyên bazirganî û operasyonên leşkerî yên Amerîkayê li Kendav û Deryaya Omanê kir.
Herwisa li ser metirsiya êrîşên mûşekî û dronan, çalakiya sîstemên parastina esmanî û îhtimala naskirina şaş a balafirên sivîl wekî armancên leşkerî hişyarî hat dayîn. Ev şîret nayên wateya qedexekirina geştan, lê şîrketên hewayî dikarin ji bo kêmkirina metirsiyê rêyên geştên xwe biguherînin.