Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lihevkirina digel Îranê dibe pirsa navkî, mûşekî û milîsên rêjîmê li xwe bigre

12:32 - 17 Çirriya paşîn 2026

Paskal Kanfavro, Berdevkê Wezareta Derve ya Firansê li hevpeyvîn digel El-Erebiyê de ragihand ku her cure lihevkirinek digel paşmaweyên rêjîma Îranê dibe bilî bernameya navkî ya vê rêjîmê an garantîkirina ewlehiya tengava Hormozê, dibe bernameya mûşekên balistîkî û torên milîsan ên ser bi vê rêjîmê jî li xwe bigre.

Paskal Kanfavro tekez kir ku Ewropa hewlê dide pirsgirêkên pêwendîdar bi rêjîma Îranê bi tevavî û ji binyatê ve çareser bike, lewma di cihê dijheviyên serbazî pitir dixwaze pêvajoyeke dîplomatîk a xwedîbandor û karlêker bê destpêkirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Firansê eşkere kir ku hevkariya Ewropayê digel welatên Erebî û deverê, li wan heyvên derbasbûyî de pêşketin hebûye û hevahengiyên li navbera wan de ên wek civîn û gengeşekirinên li derheq ewlehiya deverê û guherînên pêwendîdar bi Îranê bûne.