Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha pasdaran îtiraf bi nifûza Îsraîl li sîstemên serbazî û ewlehiyên rêjîmê dike

13:32 - 17 Çirriya paşîn 2026

Pasdarê terorîst Mihemedceifer Esedî yek ji fermandeyên spaha pasdaran a terorîst li hevpeyvînekê de Îtiraf kir ku Îsraîlê li navendên serbazî û ewlehiyê ên wek spaha pasdaran û wezareta itilaat, dengûreng û dezgehên din ên ewliyê bi awayê rasterast an nerasterast nifûz kirine.

Nifûzkirin bi rêjeyeke gelek zêde û li astên herî serî yên deshilta rêjîmê de hene û bi rêjeyekê ev zêde ye ku pasdarekî terorîst ê rêjîmê jî îtiraf bi wan nifûzan dike.

Wî pasdarê terorîst îdia kiriye ku Îsraîl bi çêkirina pasport û nasnameyên sexte bi rêya welatên Ewropayê sîxurên xwe li jêr navê bazirgan an geştiyar dîşîne Îranê.

Îtirafkirinên navbirî li halekê de ne ku dehan berpirsên payebilind ên rêjîmê yên wek fermandeyên spaha pasdaran li 2 şerên dawiyê de hatine kuştin, ev hatiye wan lawaziyên sîstema ewlehiya rêjîmê eşekere dike.

Wî pasdarê terorîst îdia kiriye ku mobayl, kamêranên nav bajar û datayên tomarkirî li sîstemên xizmetguzariyan, wek alavên eşkerekirina cihan ji aliyê Îsraîlê ve têne bikaranîn, ev yek li demekê de ye ku rêjîmê bo kontrolkirin û çavdêrî bo ser xelkê û tepeserkirina nerizayetiyan, wan alavan bi kar tîne.