Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewleta Tirkiyê zextên li ser Hevbendiyê zêde dike

09:32 - 17 Çirriya paşîn 2026

Li hemberî Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê operasyon hat kirin.

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ragihand: Nikarin bi zext û zordestiyê me bitirsînin.

Di operasyona li hemberî HEVBENDÎyê de Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel û Alîkarê Serokê Giştî yê PSKyê Hesen Dagtekîn li Enqereyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ên Tirkiyê ve hatne binçavkirin.

Herwisa Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê PWK ê Mehmet Can Azbay li Amedê û siyasetmedar Fuat Onen jî li Dêrikê hatin desteserkirin.

Gorî raporên belavbûyî ku operasyon li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Amedê li hemberî 51 kesan pêk hatiye.

Ew 51 kesane endamê meclisa HEVBENDÎ'yê ne.

Partiya Welatparêzên Kurdistanê navên kesê girtiyan eşkere kirin

Partiya Welatparêzên Kurdistanê yek ji aliyên HEVBENDÎyê ye li ser operasyonê daxuyaniyek belav kir û navên 7 kesên ku hatine desteserkirin eşkere kirin.

PWKyê di daxuyaniya xwe de ragihand:

"Li gorî agahiyên ku gihîştine ber destê me, heta niha Bayram Bozyel, Fuat Onen, Mehmet Can Azbay, Rojbîn Bukun, Elî Oncu, Hesen Dagtekîn û Elî Çeven hatine desteserkirin, û PWK ragihand ku vê operasyonê şermezar dike."

Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê çi ye, ku wiha kevtiye ber zexta dewleta Tirkiyl?

Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) ji aliyê partî, tevger, kom, saziyên civakî û kesayetên serbixwe yên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê ve bi biryareke hevbeş hatiye avakirin.

Hevbendî bi beşdariya aliyên Niştimanî yên Kurdistanê, PÊLKURD, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-BAKUR), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û kesayetên serbixwe pêk hat.

Hevbendî 9ê Çiriya Paşîn li Amedê bi civîneke çapemeniyê hat ragihandin.

Di konferansa damezirandinê de 170 siyasetmedar amade bûn û encumeneke 51 kesî hat hilbijartin.