Roja înê 22ê Xezelwera 1405an, Mihemed Feqê Elî beşa li peywendiyên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Otrîşê, sardana rêzdar xatû Pêtra Bayer li deftera karê xwe ji parlemantarên hizba Siyosyal demokrat kir û li hemaya nêzî demjimêrekê rûniştin û alûgora bîr û rayan, li ser çend xalên girîng ên peywendîdar bi pirsa Kurd bi giştî û li rojhelatê Kurdistanê bitaybetî û herwisa Îran û Devera rojhelata Naverast hate kirin.
xatû Bayer, li hizba Sosyal Demokrata Otrîşê endam perleman û seroka yekem a kombûnên şêwreya parlemana Ewropayê ye û berpirsa peywendiyên navnetewî a hizba Sosyal Demokrat e.