Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îran û Kurdistanê de kombûn û nerizayetiyên cuda bi rê ve çone

12:30 - 17 Çirriya paşîn 2026

Roja 16ê Çiriya Paşîn li bajarên” Nehbendan, Şîraz, Genawe û herwisa Lurdiganê de ajotvanên maşînan li derheq sekinîna çendîn demjimêrî li rêzeyên gelek dirêj û destnekevtina şewat û bênzînê û bilindbûna nirxa vê û desnekevtin CNG li wêzgehên li bajarê Îranşehrê nerazî ne.

Li meydana meyve û pincar a Têhranê de ji xwediyên dukanan ji nebûna bikiran gazinde ne û gelek bi kêmî berhemên werzêrî têne firotin û wan bazariyan ragihandine heta dema xelkê şiyana kirînê nebe nikarin berhemên wan jî bikirin û bazara wan jî dê bê daxistin.

Li bajarê Benderebasê de jî tevî rêzeyên dirêj û destnekevtin û bilindbûna nirxa bênzîna baş, bi tenê hejmarek ji ajotvanan karîne bênzînê bikirin.

Ji aliyê din ve li Rojhilatê Kurdistanê de malnişînkiriyên îdareya Muxabirat li bajarên “Îlam, Burîcêrd, Bîcar, Sine û Kirmaşanê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û nerizayetiya xwe li hember vernegirtina mafê xwe û talankirina keda wan ji aliyê stada birêveberî û teiavon a spaha pasdaran a terorîst dane xuya û dirûşma ji Kurdistan heta Tewrêzê û ji Kirmaşan heta Meşhedê nerizayetî li hember talankeran dan.

Herwisa li bajarê Sinê de kasibkar û bazariyan li derheq nebûna sîstemkê bo destfirşên ser şeqaman li hember bînaya parêzgariya rêjîmê li wî bajarî de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Li bajarên “Îsfehan, Têhran û Hemedan”ê de jî malnişînkiriyên îdareya Muxabirat hevşêweyê wan bajarê Rojhilatê Kurdistanê kombûna nerizayetî li adr xistin.

Pêşkirên avahiyên meskenî millî li bajarê Nêyşabûrê li derheq kêmkarî û xuyanebûpna qedera xaniyên xwe, bi derevderketina sozên berpirsên “bunyadê mesken” kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Xwendekarên zanîngeha Yezdê jî li derheq rewşa xirab a xwarinên beşa sêlf servîsê nerizayetiya xwe dane xuya.

Li bajarê Mahşehrê de jî kedkarên şirketa “abfa” li derheq nerohbûna qedera heqdestên paşketî û bersivnedana berpirsan, kombûna nerizayetiyê li hember bînaya fermandariya rêjîmê li vî bajarî de lidar xistin.