Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Egera bikaranîna bomba kîmiyayî ji aliyê rêjîma Îranê ve bi dijî Amerîkayê heye

08:29 - 17 Çirriya paşîn 2026

Kalana têlêvîzyoniya “CNN” bi belavkirina raporeke taybet daye zanîn ku pêka gotina 7 berpirsên Amerîkayê, hinek zanyariyên nû li ber destê dezgehên ewlehî yên Amerîkayê hene ku dide xuya rêjîma Îranê mijûlê lêkolîn bo ser pîlanên biarmancgirtina berpirsên payebilind ên Amerîkayê yên li kabîneya Donald Tiramp de ne, û bi bomba jehrawî an bombên kîmiyayî bikin armanc.

Tevî ku li derheq şiyan û biryara rêjîmê bo êrîşekî wiha, dîtingeheke hevpar ji aliyê berpirsên Amerîkayê ve nehatiye belavkirin, lê hinek zanyariyên hûr li derheq cih û egera bi armangirtinan û êrîşa bi bombên kîmiyayî bo ser desthilatdarên Amerîka û yek ji wan Donald Tirampê sermokar heye.

Wan berpirsên Amerîkayê ku CNNê navê wan eşkere nekirine gotine ku ev zanyarî bi wateya vê nîne ku li demeke nêzîk de egera wan êrîşan heye, belku dide xuya ku rêjîma Îranê mijûlê bijardeyan bo tundtirkirina êrîşên xwe li hember Amerîkayê ne, û bi berçavgirtina hemû egeran jî niha ti gefeke diyarîkirî bo ser axa Amerîkayê nîne û heta xuya nîne ku rêjîma Îranê şiyan û hêza hewce bo kiryareke wiha qirêj hene an ne.

Bomba qirêj û jehrî û bombên kîmiyayî bi cihê teqînê, madeyên radiyoektîv an kîmiyayî belav dikin û şiyana teqandina kavilker nine, lê dikare devereke berfireh pîs û jehrawî bike.

Ji rêjîmkê ku zarokan li jêr îşkencekirinan de dikuje an destdirêjiyê dike ser keçên zarok û xelkê Îranê komkuj dike, dûr nîne ku li fikra kiryarên wiha hovane de be.