Li roja derbasbûyî ve di navbera hêzên rejîma Îranê ûn Eniya Xebatkarên xelkê de şer qewimî.
Ev bûyerên dawî, nîşaneyeke zelal a kûrbûna krîza siyasî û ewlehiyê ne li herêmê, ku xelkê Belûç bi salan e rastî zilm, zordarî, bêmafî û cudakariya sîstematîk tê. Ji ber ku rêjîma Komara Îslamî ti carî guh nade daxwazên wan yên rewa û her tim bi girtin û kuştinê bersiv daye, beşek ji ciwan û xortên Belûç neçar mane ku rêka berxwedana çekdarî hilbijêrin da ku li hemberî vê zordariyê bêdeng nemînin.
Di encama van êrîşên herî dawî de, li çend deverên cuda ên Belûçistanê derbên giran li hêzên rejîmê û milîsên girêdayî wê ketin. Di nav van de, êrîşa li ser dibistana gundê Bîr a jêrîn, li herêma Kehîr a ser bi bajarê Kenarakê qewimiye. Li gorî raporan, di vê êrîşê de ku li ser cihê akincîbûna hêzên milîsên Fatimiyûn û Zeynebiyûn pêk hat, gelek kes ji van hêzên kirêgirtî hatin kuştin û birîndarkirin.
Herwisa li herêma Kilegan a bajarê Gulşenê jî, Maşîneke hêzên Spaha Pasdaran a terorîst kete ber êrîşê û desrêjiya gulleyan, ku di encamê de çend fermandar û endamên spahî hatin kuştin. Li bajarê Saravanê jî, piledarekî hêzên Agahî yê bi navê Hucet Wefakerde hat kuştin.
Wan çalakiyan careke din nîşan dan ku xelkê Belûç êdî li hemberî siyaseta tinekirinê bê deng namîne.
Li roja derbasbûyî ve rêjîmê tev rêke militarize kirine û rewşekî tewaw ewlekarî çêkiriye û hilîkoptêr li Esman digerin, hêzên Besîc û tepeserkar jî li nava bajaran de belav bûne da ku pêşiya her serhildan û tevgerekê bigrin, lê hêrs û nerazîbûna xelkê zêdetir dibe. Berxwedana xortên Belûç nîşaneya wê yekê ye ku tirs êdî hatiye şikandin û mafê parastina rewa li dijî rejîma zalim bûye hewcehiyeke sereke ji bo parastina rûmet û axa wan.