Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîdara şandeke hizbê ligel berpirsê rêkxirava Wertineinitiative li Alman

13:16 - 18 Çirriya paşîn 2026

Şandeke hizbê li welatê Alman de pêkhatî ji Mistefa Qazîzade û Aştî Emînzade roja 17ê Çirrya Paşîn, dîdarek Online ligel Êlyo Adler berpirsê rêkxirava Werteintiative pêk anî in, rêkxirawek ku bo parastina demokrasî û biratiya navbera gelê cuhû û Alman de xebatê dike.

Nûnerê hizbê tekezî xiste ser xebata hizbê li sala 1945an, baykotkirina refrandoma Komara Îslamî li 1980an de, û Fîdralîzim wek kite rêya cêhgîrkirina Demokrasî li Îranê zanî û herwisa îşare bi êrîşa mûşekî û dironiyên rejîmê bo ser Kamp û barigehên hizbên Rojhilatê Kurdistanê li başûrê Kurdistanê de kir.

Herduk aliyan behs li gefên hevbeş ên Komara Îslamî dijî civatgeha cihû û Kurd li Alman de kir, nûnerê hizbê îşare bi terora Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî kir û Adler jî tekezî li metirsiya sîxurên rêjîma Îranê bo ser Demokrasiya Alman kir, di dawiyê de tevî tekezîkirin li ser berjewendiya hevbeş û hewcehiya guherîna rejîma Îranê, soza berdewamiya hevkariyan bo parastina demokrasiyê dubare kirin.