Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm daxwazê ji xelkê dike bikaranîna şewatê kêm bikin

09:10 - 3 Çirriya paşîn 2026

Digel nêzîkbûna demsala Zistanê, krîza bikaranîna wizeyê li Îranê careke din bûye yek ji pirsgirêkên sereke yên rejîmê û herwisa jiyana xelkê jî rastî dijwariyan dike.

Ev krîz niha bi hişdariyên rejîmê li derheq sînordarkirina bikaranîna gazê, zêdebûna rêjeya bikaranîna berqê û egera kêmbûna berfireh a şewatê re, hatiye girêdan.

Berpirsên Şîrketa Milî ya Gazê hişdarî dane wan Kesan ku rêjeyek zêde ji gaze bikar tînin û bas ji sepandina sînordariyên nû kirine.

Mihemedriza Arif, Cihgirê yekem yê serkomarê rêjîma Îranê jî, ji xelkê xwestiye ku rastiya kêmbûna gazê qebûl bikin û behsa zêdekirina bihayê gazê jî kiriye.

Di heman demê de, ji destpêka meha Xezelwerê ve, têçûya şewata wizegehan jî bi qebizên beriqê hatiye zêdekirin. Ev biryar, ji bilî zêdekirina givaşan li ser mile xelkê, pirsên micid li derheq veguhastina têçûya nekarameyiya rejîmê bo ser xelkê derdixe holê.

Arif herwisa bas ji egera kêmasiya rojane ya 100 heta 250 milyon mêtra sêcî ys gazê di zivistanê de kiriye. Bandorên vê krîzê berê bi şêweya qutbûna berqê, rawestandina çalakiyên pîşesaziyê û kêmbûna berhemanîna xwe nîşan daye, û her car kesên ku zirarmend dibin, tenê xelk e.

Niha ji bilî kirîza Qazê û Neftê, granbûn û kêmbûna Benzînê û Gazoîlê jî pirskirêkên mezin bo xelkê çêkirine.

Îro pêve ku hewa sar dibe, egera mezintirbûna kirîza şewatê, zêdetir jiyana xelkê dijwar bike, lewra xelk nîgeranin.