Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdexwaziyên rêjîmê bo çeka navkî li axaftinên wan de têne xuya

09:36 - 3 Çirriya paşîn 2026

Mihemed Aqamîrî, berpirsê komîteya binav avedanî ya şêwraya bajarê Têhranê gotiye egera vê heye hewce bike desthilata li Îranê rû bi bidestveanîna çeka navkî bike da ku bikare bi vê yekê rêgirîkirinekê çê bike û ewlehiya netewî biparêze.

Ji aliyê din ve Nesrullah Pêjmanfer berpirsê komîsiyona esla 90 a meclîsa rêjîmê bi tekezîkirin bo ser vê yekê ku dibe em hewla derketin ji “NPT”ê bidin û pêka daxwaza Mucteba Xamineyî kar bikin

Ev axaftinên çewt ên berpirsên rêjîmê li halekê de ne ku pasdarê terorîst Muhsin Rizayî, îdia kiriye hevdîtin digel Mucteba Xamineyî, rêberê wehmî û nexuyayê rêjîmê kiriye û egera guherîna duktorîna rêjîmê li derheq çeka navkî heye.

Pêka gotina rêberên cîhanê û navendên ewlehî û zanyarî yên cîhanê, hekî rêjîma Îranê çeka navkî hebe, xwe ji bikaranîna vê bo ser welatên cîhanê naparêze û ev gefek metirsîdare bo ser cîhanê.