Komîteya Mafên Mirovan a Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê, di çarçoveya çavdêriya berdewam a rewşa mafên jinan de, ew haletên binpêkirina mafên jin û keçên Kurd di meha Xezelwera 1405an de ku hatine tomarkirin, bi piştgirêdan bi zanyariyên belavkirî yên ji aliyê navendên mafên mirovan û çavkaniyên nûçeyan ve kom kirine.
Haletên tomarkirî yên vê mehê, corên cuda yên binpêkirina mafên bingehîn ên jinan, ji desteserkirin û bêparkirina ji azadî û mafên yasayî ve, heta cîbicîkirina sizayan, jinkujî, hewldana xwekujiyê, dosyeyêsazî û tometên ewlehiyê heta mafê jiyanê, selametiya takekesî li xwe digire.
Hêjayî gotinê ye ku ji ber rewşa ewlehiyê ya zal bi ser Kurdistanê de, sînordarbûna gihîştina bi zanyariyan û givaşa li ser malbatan, ev amar tenê wan haletan ku hatine tomarkirin û belavkirin li xwe digire û îhtîmal heye ku hejmara rastîn a binpêkirinan gelek zêdetir be.
Li gorî wê raporê, di meha Xezelwerê de, 6 jinên Kurd hatine desteserkirin ku pêk tên ji;
Mona Debax, xelka Sinê, Perya Nesîrî, xwendekara 17 salî, xelka Nexedê, Sedrî Bexşî, temen 43 salî ya xelka Bokanê, Cemîle Mihemedemîn Azer, xelka Bokanê, Gulale (Nazenîn) Elyasî, xelka Mehabadê.
Herwisa Rojan Îbrahîmî, temen 20 salî û werzişvana beşa MMAyê, di berdewamiya givaşên navendên ewlehiyê yên rêjîmê de, hewla xwekujiyê da.
Li gorî zanyariyên vê rêxistina jinan, di meha Rezberê de, 4 haletên jinkujiyê li Kurdistanê hatine tomarkirin.
Li gorî zanyariyên komkirî, di meha Xezelwera 1405an de 14 haletên binpêkirina mafên jinan hatine tomarkirin ku bi vî awayî ne, 6 haletên desteserkirinê, haleteke hewldana xwekujiyê, 2 haletên dosyesaziyê, 4 haletên jinkujiyê û haletek rewşa xirab a girtiyên jin.