Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girûpa Govendê ya Dîlana Urmiyê li Amedê deng veda

10:19 - 1 Çirriya paşîn 2026

Girûpa çandî û hunerî ya “Govenda Dîlan a Urmiyê”, ku wekî balyozê çand û hunera Îran û Rojhilatê Kurdistanê li karnavala kolanî ya Festîvala Navneteweyî ya Amedê li Bakûrê Kurdistanê li Tirkiyeyê bi rê ve diçe, beşdar bû, bi pêşandana govendên kurdî yên resen û bi coş reng û kelecaniyeke taybet da vê çalakiya mezin û bala her kesî bo aliyê xwe rakêşa.

Ev girûp ku bi salan e bi armanca vejandin, parastin û nasandina folklora dewlemend a kurdî di qadên neteweyî û navneteweyî de dixebite, vê carê bû nûnerê çandî yê Rojhilatê Kurdistan û tev Îranê li yek ji girîngtirîn festîvalên kolanî yên li bajarê Amedê li Bakûrê Kurdistanê û li Tirkiyeyê. Bi cil û bergên kurdî yên fermî, tevgerên lihevhatî û enerjiyeke bilind, bala bi hezaran temaşevanan kişand ser xwe.

Girûpa Govendê ya Dîlana Urmiyê heya niha li çendîn festîvalên cîhanî de beşdarî kiriye û bi nîşandana çand, tîtal, govend, dîlan û cilûbergên kurdî navûdengek mezin bi dest xistiye. Ew di gelek festîvalên navneteweyî yên li welatên mîna Ermenistan,Firansa, Spanya, Rûsye, Tirkiyeyê û çendîn welatên din de amade bûn û di piraniya festîvalên navxweyî yên Îranê de jî cih girtin. Di van çalakiyan de, vê girûpê di gelek waran de xelatên yekemîn ên navneteweyî bi dest xistine û serbilindiyeke mezin ji bo hunera kurdî anîne holê.