Krîza perwerdehiyê li Urmiyê tenê bi kêmbûna cihên perwerdehiyê û dibistanan sînordar nabe.
Li hin deveran, xwendekaran ji bilî nebûna îmkanatên hewce, bi kêmbûna kalîteya xwandin û kêmbûna mamosteyên şareza jî re rû bi rû ne. Ev rewş nîgeranî li derheq pêşeroja xwandina nifşa ciwan zêde kiriye.
Pêka raporên ku hatinî belavkirin, xelkê devera Mirgewerê rexne li rewşa nebaş a perwerdehiyê di asta diwanavendî de girtine, kêmbûna mamosteyên pispor û lawaziya kalîteya wane gotinê bûye pirisgirêkek cidî û daxwaza lêkolîn û çareseriya lezgîn ji aliyê berpirsên Perwerdehiyê ve hatine kirine.
Ji bo malbatan ku pêşeroja zarokên wan bi xwendinê ve girê dayîye, ev rewş tenê kêmasiyeke îdarî nîne; nîgeraniyek micit e li ser pêşeroja wan zarokan.
Berê jî hin rapor derheq kêmbûna cihên perwerdehiyê li Urmiyê hatibûn belavkirin, li taxa Badkî zêdetirî 4500 xwendekar bi pirsgirêka nebûna cihên perwerdehiyê re rû bi rû bûne. Li gorî gotinên berpirsên deverê, ev pirsgirêk bûye sedem ku hejmarek ji xwendekar ji xwendinê bêpar bimînin.
Gihîştina bi perwerdehiyek bi kalîteyek baş mafê her xwendekarî ye û divê zarok û ciwan ji ber cihê jiyana xwe ji derfeta avakirina pêşerojeke baştir bêpar nemînin. Divê berpirsên Perwerdehiyê li hember vê rewşê bersivder bin.