Donald Tiramp, Serkomarê Amerîkayê li pêvajoya hilbijartinan de gefa jinavbirin û derba giran li rêjîma Îranê xwar û got: “kite sedema ku heta niha me karê rêjîmê bi dawî neaniye ev e, em dixwazin bi nermî reftarê bikin. Ez dixwazim canê wan kesan ji mirinê rizgar bikim”.
Donald Tiramp huşdarî da ku li demekê de em dê neçar bimînin derba gelek giran bi wan bidin.
Navbirî bi tekezî ragihand ku êrîşên bê yên Amerîkayê bo ser paşmaweyên rêjîmê dê gelek serkevtîtir ji êrîşên berê bin.
Serkomarê Amerîkayê careke din da zanîn ku şerê digel paşmaweyên rêjîmê an bi rêya danûstandin an şer dê li demeke nêzîk de bi dawî bibe û ev asayîtirîn rêkar e.