Îsraîl Katz, Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê li civîneke rojnamevaniyê de li roja Sêşemî 24ê Çiriya Paşîn ragihand ku paşmaweyên rêjîma Îranê mijîlê geşedan bi çekên kîmiyayî ne û tekez kir ku Îsraîl derfetê nade vê rêjîmê ku bikare vê şiyanê bi dest xwe ve bîne.
Pêka rapora Rojnameya “Jirozalimpost”, Îsraîl Katz daxwaza rêgirîkirin ji rêjîma Îranê li destpêregihştina rêjîmê bi şiyana bikaranîna çeka kîmiyayî kiriye û bi baştir dizane ku bi beşdariya Amerîkayê vê rêgirîkirinê bike.
Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê zanyariyên zêdetir li derheq egera cura çekên kîmiyayî, cihê berhemanîn an qasa pêşveçona rêjîmê li vê mijarê, neda lê ragihand ku hêj vê rêjîmê, şiyana êrîşa kîmiyayî bo ser Îsraîlê nîne.
Herwisa Îsraîl Katz ragihand ku Artêşa Îsraîl û stada Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê anku CENTCOM, amadeyê encamdana operasiyonên hevpar hene û bernameya operasiyonî jî amade ye lê biryara destpêkirinê, li destê Donald Tiramp, Serkomarê Amerîkayê de ye.