Wezareta Xezînedariya Amerîkayê bi belavkirina daxuyaniyekê adye zanîn ku şirketeke xizmetguzarî ya balafirxaneyan a Tirkiyê ya bi navê “Fûgo” bi sedema dana ximetguzaniyan bi balafirên Îranê xistine nav lîstê dorpêçan.
Pêka rapora Wezareta Xezînedariya Amerîkayê, Şirketa “Fûgo” pêwendiya rastyerast digel şirketên rêvîngî yên esmaniyên Îranê yên bi navên “Îran Êyr Tûr, Saha, Sipêhran, Warş, Taban û Ata” heye û çend heftî piştî tomarkirina navê wan şirketên Îranî li lîstê dorpêçan, xizmetguzarî bi wan dane.
Pêka raporên li Tirkiyê, heyeta birêveberiya şirketa Fûgo bi karmendên xwe ragihandiye ku bi sedema dorpêçên Amerîkayê karê şirketê, rastî astengiyan hatiye û li rewşa niha de nikarin karê xwe berdewam bikin.
Bi sedema vê dorpêçê, darayiya şirketa Fûgo li Amerîkayê de tê zewtkirin û her cure danûstandinek digel vê şirketa Tirkiyê tê qedexekirin.