Wezareta Derve ya Amerîkayê li roja Yekşemî 29ê Çiriya Paşîn li hisba xwe ya li tora civakiya “X” belav kiriye li halekê de serokê banka navendiya rêjîmê îdiaya zêdebûna paşkevta dirafê biyanî dike û wezîrê aboriya rêjîmê jî îdiaya zêdebûna hinardeyan dike, xelkê Îranê rastî bilindbûna nirxên hewcehiyên wek goştê sor, goştê mirîşkan û îcareya xaniyan hatine.
Herwisa Wezareta Xezînedariya Amerîkayê ragihand ku êdî rêjîm bi xwe jî nikare îdiayên berpirsên xwe bi hevaheng rabigre, Mihemedbaqir qalîbaf serokê meclîsa rêjîmê li derheq teweroma gelek zêde û bilinbûna nişkêve ya nirxa hewcehiyan huşdariyê dide, digel axaftinên berpirsên din ên rêjîmê dijhev û cuda ye, berpirsên rêjîmê li dema geşeya aborî de amar û datayan belav dikin lê li rewşa herifîna aborî de pê peyvan dilîzin daku bikarin raya giştî bixapînin.