Hêzên pasevanên sînorî yên Iraqê deriyên sînorî yên El-Welîd û Sîmalka li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Sûriyê herwiha deriyê Sertek Piştê li ser sînorê Îranê girtin. Ev gav piştî biryara serokwezîrê Iraqê Elî El-Zeydî hat ku xwest îdareya hemû deriyên sînorî bikeve destê saziyên federal û hin zeviyên petrolê radestî wezareta petrolê ya navendî bên kirin. Li gorî zanyariyan, li Sîmalka tenê tevgera bazirganî rawestiyaye lê hatûçûna rêwiyan berdewam dike.
Bi vê yekê re, serokê Amerîkayê Donald Trump piştgiriya xwe ya eşkere ji bo hewildanên hikûmeta Iraqê di zêdekirina desthilata navendî û rûbirûbûna qaçaxçîtiya petrolê de ragihand. Li hember vê yekê, şêwirmendê rêberê rêjîma Îranê Mihemed Muxbir hişyarî da Bexdayê ku nekeve bin bandora armancên Amerîkayê.
Berdevkê hikûmeta Iraqê Heyder El-Ebbûdî jî bersiv da û tekez kir ku biryarên li ser sînor û Herêma Kurdistanê karûbareke navxweyî ye û Bexda rê nade destwerdana welatên cîran û naxwaze bibe beşek ji nakokiyên navbera Washington û Tehranê, lewra rêjîma Îranê jî mafê tedexula di karûbarên Îraqê de nine.