Roja Şemî 28ê Çiriya Paşîn, hêzên îtilaata rêjîmê li bajarê Avdananê, bê belgeya dadgehê û bi awayê xoserane, êrîş kirine ser mala welatiyek ê bi navê Îrec Heyderî û xoseran ev û kurê vî yê bi navê “Metîn Heyderî” binçav kirine.
Hêzên hov ên îtilaata rêjîmê ti belgeyeke yasayî bo êrîşkirina bo ser mala wan welatiyan û binçavkirina wan nebûne.
Pêştir “Îrec Heyderî” li xwenîşandana nerizayetî ya li bajarê Avdananê de ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve hatibû girtin û piştî çend rojan bi awayê demkî hatibû azadkirin.
Heta belavbûna vê nûçeyê, sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wan welatiyên kurd û cihê ragirtina wan nehatiye zanîn.
Heta niha zêdetir ji 23 welatî yên xelkê bajarên “Avdanan, Dereşehir, Mûrmûrî û Dizfûl”ê li pêwendî digel xwenîşanda nerizayetiya li 26ê Xezelwerê de hatine binçavkirin.