Nexweşiya Anfolanzayê li 28 parêzgehan de gihîştiye asta huşdarîdanê û Mehşîd Nasihî, seroka beşa îltihabatên tund a wezareta tenduristiya rêjîmê gotiye ku li heftiya derbasbûyî de 33 haletên tûşbûn bi pirsgirêkên pişikê hatine dîtin ku nexweşiya Anfolanza bûne û 1.9 jî Kovîd 19 bûye.
Herwisa hatiye gotin, %48 a tuşbûyên bi nexweşiya Anfolanzayê temenê wan jêr 15 saliyê de bûne û yên din kesên serveyî temenê 15 salî bûne.
Bi vê sedemê û pêka dawî raporan, xwendigeh li çendîn bajarên Parêzgehên “Kirmaşan û Sine”yê herwisa bajarê Qumê de wane bi awayên Online bûne û li bajarê Qumê de navendên hikûmî, bank û zanîngeh jî dê karê wan bisekine.
Herwisa xwendevan û malbatên wan daxwaza birêveçona waneyan bi rêya Online kirine.
Li parêzgeha Urmiyê de nigeranî li derheq belavbûna Anfolanzayê gelek zêde bûye malbatan daxwaz kirine ku wane, bi rêya Online bi rê ve herin û xwendingeh bi awayê demkî bêne daxistin.
Li bajarê Kirmanê de belavbûna Anfolanzayê 3 qat ji asta huşdarîdanê derbas bûye û li bajarê Sîrcanê de 2 xwendevan bi sedema vîrûsa Anfolanzayê canê xwe ji dest dane.
Rêjîmê îdia dikir 2.8 milyon doz vaksenên Anfolanzayê hewce ye lê bi tenê kêmtir ji 700 hezar doz vaksen dabîn kirine û îdia dikin ev vaksen jî bi nirxa azad û bê piştevaneya hikîmî kirîne û dibe xelk bi nirxa azad wan dermanan li dermanxaneyan de bikirin.