Tevî berdewamîya gefên ewlehiyê yên Komara Îslamî û aloziyên herêmê, Bênyamîn Netanyaho, Serokwezîrê Îsraîlê, pêşniyara avakirina hikûmeteke yekgirtî ya neteweyî pêşkêş kiriye û ragihandiye ku ji bo parastina berjewendiyên bilind yên welêtê xwe, amade ye di qonaxa yekem a hikûmetê de posta Srokwezîrtiyê bide Gadî Ayzênkot.
Netanyaho roja Şemiyê, 7ê Sermawezê, di daxuyaniyekê de pêşniyara rêketin li ser veguhastina posta Serokwezîryê bi Ayzênkot re, serokê hizba Yaşar, pêşkêş kiriye. Li gorî vê pêşniyarê, Ayzênkot di qonaxa yekem de dibe serokwezîr û Netanyaho wekî cihgirê serokwezîr beşdarî hikûmetê dibe; paşê postê serokwezîriyê di navbera wan de tê guherîn.
Serokê hikûmeta Îsraîlê careke din amaje bi vê yekê kiriye ku partiya Lîkud nêzîkî 250 hezar dengên zêdetir ji partiya Yaşar bidest xistiye; lê di rewşa heyî de, yekrêziya siyasî û şiyana rûbirûbûna gefan ji wê yekê girîngtir dizane.
Herwisa Ayzênkot jî di bersiva xwe de Netanyaho û heyeta danûstandinê ya Likudê vexwendiye ku danûstandinên rasterast û bilez dest pê bikin, bi armanca gihîştina lihevhatinekê li ser bingeha siyasî û ewlehiyê ya hikûmeta bê.
Ev pêşniyar di demekê deye ku Îsraîl di heyama borî de gelek caran li ser bernameya navikî, şiyana mûşekî û siyaseta herêmî ya Komara Îslamî hişyarî daye. Netanyaho berê ragihandibû ku tenê bi herfandina rejîma Îranê dikare gefa navokî ya Îranê bi awayekî bingehîn bê bidawîkirin.
Bi vî awayî, peyama siyasî ya Netanyaho ev e: di demekê de ku gefên ewlehiyê hene, parastina ewlehiya Îsraîlê divê ji nakokiyên navxweyî û partîtiyê girîngtir be. Niha çav li danûstandinên di navbera her du partiyan de ye, da ku li ser avakirina hikûmeteke yekgirtî û siyaseta ewlehiyê ya pêşeroja Îsraîlê bigihîjin lihevhatinekê.