Tora cihaniya “NBC” bi belavkirina raporekê daye zanîn ku pêka çavkaniyeke cihê baweriyê û axaftinên berpirsekî Amerîkayê, kabîneya Donald Tiramp mijûlê lêkolîn li ser bijardeya êrîşa serbazî bo ser birêveberên payebilind ên paşmaweyên rêjîma Îranê ne ku bi jinavbirina kesên tundajo, rê bo dawîanîn bi şer xweş bikin.
Pêka vê raporê, alîgirên vê bernameyê li ser vê baweriyê ne ku biarmancgirtina rêberên niha yên rêjîmê dikare vê derfetê bo Donald Tiramp çê bike ku dawî bi şer bîne û bi berpirsên rêjîmê bide selimand ku Amerîka li her demekê de şiyana jinavbirina wan heye.
Vê bernameyê dijber jî hene û huşdarî dane ku jinavbirina berpirsên niha yên rêjîmê dikare encama bervajî hebe û egera vê heye berpirsên piştî wan bo helwîstgirtinek tuntir han bide.
Berpirsekî kabîneya Donald Tiramp li bersiva vê rapora “NBC”yê de ragihand ku Amerîka bi kontrolkirina tengava Hormoz û herifîna aboriya Îranê, li pêgeheke gelek bihêz de ye.