Cihgirê Wezîrê Tendirûstiya Îranê ragehand ku li 10ê Xezelwerê ve heya 3ê Sermawezê, 356 haletên jehrîbûnê li Îranê de hatine tomarkirin ku 187 kes li nexweşxaneyê de hatine razandin, 142 kes jî nexweşxane bicîhêlane û 20 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Li nava koma giştî a kesên ku jehrîbûne, Diyalîz bo 80 kesan hatiye kirin yan li niha de xizmetguzariya Diyalîzê werdigrin, 16 kes jî dîtina xwe ji dest dane û 33 kes jî li beşên çavedêriya hûr de hatine razandin
Cihgirê Wezîrê Tendirûstiya rêjîmê îşare bi dabeşbûna Cûxrafiya yê haletên jehrîbînê zêde kir, bajarê Nêyşabûrê bi 211 halet zêdetirîn amar têde hate tomarkirin, piştî wê jî Şîraz bi 66 halet, Hormozgan bi 37 halet, Elborz bi 19 halet, Xoy bi 8 halet, Meşhed bi 7 halet, Zencan û Xelxal her yek ji wan bi 3 halet û Zabol jî bi 2 haletan.
Temenê kesên ku jehrî bûne nêzî 30 sale û li nav wan de kesên jêr temen 18 sal jî hene, kêmtirîn temenê tomarkirî li vê haletê 12 sal bûye.
Yek ji sedemên zêdebûna hejmara canjidestdayan bi sedema jehrîbûna Elkol, eva ye ku ev kesane bi sedema tirs li rêûşûnên yasayî, bo çûn bo navendên pizîşkî xwe diparêzin û amar zêdetir li vê rêjeyê ne.