Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malnişînkiriyan kombûnên nerîzayetiyê li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li dar xistin

08:13 - 4 Çirriya paşîn 2026

Roja 2ê Çiriya Paşîn, malnişînkiriyan li Rojhilatê Kurdistanê de li bajarê Kirmaşanê kombûna nerizayetî li dar xistin û roja pêştir jî li bajarê Kirmaşanê û çend bajarên Îranê de kombûnên nerizayetî bi rê ve çobûn û xwepêşanderan nerizayetiya xwe li derheq rewşa jiyan, nedana hiqûq û herwisa kiryarên stada birêveberî û te’avon a spaha pasdarn a terorîst dane xuya.

Herwisa li vê rojê de li bajarê Têhranê û Îsfehanê de kombûnên nerizayetî ji aliyê malnişînkiriyên îdareya muxabirat û malnişînkiriyên pîşeya Pola a îsfehanê bi rê ve çon.

Li roja pêştir de jî li bajarên wek Îsfehan ji aliyê malnişînkiriyên pîşeya pola û li bajarê Şûş û Ehwazê de malnişînkiriyên îdareya muxabirat, mamostayên li bajarê Reştê, kombûnên nerizayetî bi rê ve bi rê ve birine.