Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Aboriya Îranê roj bi roj xirabtir dibe û rêjîmê ti bernameyek aborî nine

08:15 - 4 Çirriya paşîn 2026

Husêyn Semsami, endamê komîsyona aborî ya meclîsa rêjîmê gotiye: "Niha, nirxa hewcehiyên bingehîn her rojê hezar tûmen zêde dibe. Di meha bê de, rewşa aborî ya Îranê dê ji ya niha gelek xirabtir be, çimkî wezareta pîşe, kangeh û ticareta rêjîmê nivîsek bo banka navendî şandiye ku tenê çend kelûpelan bi nirxa dolarê 188 hezar tûmen bikar bîne û kelûpelên mayî dê bi nirxeke nêzîkî rêjeya bazara azad bêne dabînkirin.

Wî nûnerê meclîsa rêjîmê gotiye: “wateyê vê nivîsê ev e ku nirxa zêdetir ji 4 hezar kelûpelan 100 hezar tûmenî bi zanebûn têne zêdekirin û di mehekê an du mehên din de, bihayê kelûpelan dê gelek zêde bibin. Bi vê pêkê, bihayê kelûpel û maşînan dê bi qasî 40 heta %50 zêde bibin. Li halekê de ku Dolarê diyarîkirî bo kirina 4 hezar û 533 kelûpelan hatiye rakirin û ev her hemen bernameya befranbara sala par e ku tê dubarekirin”.

Husên Semsamî li berdewamiyê de gotiye: dariştina siyaseta hikûmetê li ser zêdebûna nirxan hatine dariştin û ti bernameyeke aborî bi xwe nîne.