Rojnameya “The Wall Street Journal” li roja Duşemî 2ê Çiriya Paşîn belav kiriye ku hevpeymanên Amerîkayê yên Kendavê, xwe bo egera êrîşên berfireh ên Amerîkayê bo ser rêjîma Îranê amade dikin, egra vê jî heye ku ev êrîş li vê heftiyê de dest pê bikin û berteka rêjîma Îranê wek êrîşkirina bo ser jêrxanên aborî û medeniyên welatên deverê li pey xwe bîne.
Pêka vê raporê tevî hemû hewldanên Donald Tiramp û navbendçiyên Ereb bo bidestveanîna lihevkirinê, danûstandinan ti pêşketinek bi wec nebûye û gefên Amerîka û paşmaweyên rêjîmê li hember hev, nigeraniya dubare ya destpêkirina şer zêde kiriye.
Vê rojnameyê pêştir jî belav kiribû ku Donald Tiramp zêdetir dixwaze piştî hilbijartina nîvdoreya Kongireya Amerîkayê êrîşeke berfireh bo ser rêjîma Îranê bikeꓼ êrîşek ku dikare jêrxan û damezraweyên navkî yên rêjîmê bike armanc, lê hêj biryara dawî nedaye.
Li vê raporê de hatiye ku welatên “Qeter û Îmarat”ê, ceribandinên ewlehî yên wek li balafirxaneyan bi rê ve birine û xwendigehên li bajarê Riyazê li Erebistanê, bi sedema gefên Hûsiyan, hînkariyê bi awayê Onlaine bi rê ve dibin.