Roja Înê 6ê Sermaweza 1405an, Yeketiya rêkxiravên Kamyondaran û şofêrên seranserî ên Îranê ragehand, mangirtina wê qadê wekî nerizatiyek hember bi kirîza şewatê, bilindbûna têçûyan û kêmiya kirêya veguhastina bar, ket nava şeşemîn roja mangirtinê û 20 bajar li xwe girtine.
Wê yeketiyê li daxûyaniyekî de tekezî ji yekgirtina şofêran kir û îşare bi vê kir ku Îsfehan, Kirmaşan û Kazrûn tenê nîn in û şofêrên 20 bajaran wekî yek malbat û bi yekgirtiyane, berevanî li mafên xwe dikin, li roja Pêncşemî a mangirtinê de şofêrên Melayer û Xuremavayê çûne rêza nerizatiyan, ku berê li bajarên Tehranê, Îsfehan, Ehwaz, Şîraz, Kirmaşan, Bender ebas, Çabehar, Sîrcan, Cîroft, Bem, Dêzfûl, Gecsaran, Dîwandere, Zabol, Qezwîn, Kazrûn, Hemedan û Şûşterê dest pê kiribû.
Li gorî gotina Şofêran, kêmiya Kazoyîl û bilindbûna zêde a nirxa rûn, teger û alavên yedegê, wisa kiriye ku karkririn tu mifahek abûrî nemîne, bi cureyekî ku nirxa tegerekê bo barhilgirên mezin gihaye nêzî yek Milyard û 300 Milyon Tumenî û nirxa rûn jî bi berhevdan bi destpêka îsal 11 hind zêde bûye, di demekê de ku kirêya veguhastinê her bi nirxa du sal berê maye.
Ew nerizatiyane hevdem in ligel daketina bihaya pereyê Îranê, dorpêçên deryayî û tundbûna sizayan, ku bargiraniyek giran xistiye ser qadên kedkar û malnişînkiryan, her di vê çarçêweyê de û bi sedema paşkeftina mûçe û bîmê ve, kedkarên kompaniya karbonata sodyoma fîrûzava jî dest kirine bi mangirtinê.